Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Hisên: Yekrêziya Helwêsta Kurdî li Sûriyê Dûrî Rastiyê Dikeve û Zore Ku Bibe


Di pêvajoya hewldanên siyasî yên kurdên Sûriyê de bo yekrêziya helwesta kurdî ya siyasî di Sûriyê de, 26 partiyên siyasî beyanameyek derxistin bo yekrêziya siyasî û bang li hemû partiyên siyasî kirin bo yekîtiyê lê belê ew rastî rexneyan hatin ji aliyê hin partiyên din yên ku nerîna wan cudane. Ev yek diyar dide ku asta keşeyan di nav partiyên siyasî de bilnd e û ta nuha tu xebatên bikêrhatî bo vê yekê nebûye.

Di derbarî vê kêşeyê de û hewildanên ku dibin ji aliyê partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi şîrovekarê siyasî Ekrem Hisên re kir.

Birêz Ekrem di serî de got ku, kêşeyên siyasî û nakokiyên di nav herdû aliyên siyasî yên serekî de ( Encûmena Neştumaniya Kurdên Sûriyê û TEVDEM) bi awayekî cidî çareser nebûne û tu xebat ji bo vê yekê nayê kirin, ji ber wê nêzîkiya siyasî zor dibe.

Ji bo rola kolana kurdî li ser partiyên siyasî û yekrêziya siyasî , birêz Ekrem dibêje:"Kolana kurdî pirr lawaz e û bê hêz maye, ji ber rewşa abûrî û jiyana rojane ya zor û dijwar û ya din jî dûrxistina wê ji biryarên siyasî ku bi tenê di destê partiyan de maye."

Hevpeyvîna Ekrem Hisên-1-18-2020-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:33 0:00


XS
SM
MD
LG