Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Kiran: Bê Amerîka Navbera Kurdan û Rejîma Surîyê Çareserî Pêk Nayê


Dr.Abdullah Kiran Mamosteyê Zaningehê
Dr.Abdullah Kiran Mamosteyê Zaningehê

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Sekreterên Giştîyê Neteway Yekbûyî Geîr Peersen dema li Moskov bi rayedarên Rusî re têkilî çêkir piştî wî derbasî paytaxta Sûrîyê Şamê bû. Li vê derê bi Wezîrê Der yê Sûrîyê Welîd Muallîm re hevdîtinek çêkir.

Piştî vê hevdîtinê Pedersen daxûyanîyek da û ragihand ku wê pêvajoyeke nû li Sûriyê bê lidarşistin. Pedersen wiha go, “Ji bo damezirandina Komîteya Zagonabingehîn demeke zor kurt maye. Ev jî dê pêşîya pêvajoyeke sîyasî ya berfireh veke.”

Wezîrên Karên Derve yê Sûrîyê Walîd al-Mualim jî, piştî hevdîtinê di daxûyanîya xwe de got, heke pêşketinek çêbe jî ev mesele wek meseleya Sûrîyê ya navxweyî dîyar kir û wiha dîyar kir, “Her çiqas bi awayekî cidî hin pêşketin bibin jî Komîteya Zagonabingehîn bi giştî meseleyeke navxweyî ye û ev jî hate parastin.”

Li ser pêşketinên ku li Sûrîyê derdikevin holê Prof. Dr. Abdullah Kiran hişyarîyeke dide Kurdan. Kiran radigîhîne ku heke li Surîye hin pêşketin çêbin jî Kurd lazime ku di vî alî de bi Amerîkayê re bimeşe.

“Başerîm ki bê Amerîka bi ser navên Kurdan bixwaze ku wan bi Sûrîyê re bîne ba hev dê ji Kurdan re qencîyeke nekin. Têkilîyên Amerîka û Kurdan ana bi hev re wek hev in û ev jî baş e. Heta Amerîka nebêje bi Sûrîyê re têkilî çêkin, Kurd jî gerek di vî yekê de baldarbin.”

Rojên pêşîya me de wisa dixûye ku li Sûrîyê hin geşedanên nû wê pêk bên. Prof. Dr. Kiran, ji bo vî ji dixwaze ku Kurd serwextîbin. Ji bo vî jî Kiran wiha diaxive:

“Di mesela Sûrîyê de dibe ku hun geşedanên nû çêbin. Lê her çi dibe bila bibe di sîyaseta Sûrîyê de wê sîyaseta Amerîkayê zor tiştan bide kifşkirin. Amerîka her gav di vî alî de PYD’yê jî hîşyar dike û naxwaze ku zêde têkildarî sîyaseta Sûrîyê bin. Bi ya min ev yek jî girînge.”

Kiran xeyrî sîyaseta Amerîkayê li Rojava têkilîyên Kurdan yê nabera wan jî gelek girîng dibîne û dadidexuyakirin ku li vê derê Kurd bibin yek.

Raporta Eyyup Demîr 11 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00

XS
SM
MD
LG