Kiryarê leşkerî jibo rizgarkirina Şengalê destpêkir û pêşmerga û şervanên tevaya hêzên siyasî li deverê beşdarî operasyonê bu ne. Ffermandarên li enîya şer dibêjin, milîtanên Dewleta Îslamî DAIŞê şiyana berevaniyê nemane û ji herêmê direvin.
Emîd Serbaz Hemed Emîn, fermandeyê Fewca 2 ya Lîwa 8 ya hêzên pêşmergeyên herêma Kurdistanê got, aloziya li pêşiya pûşketinên wan bi tenê ew mîn û bombe ne yên ku, DAIŞê çandîne, niha hêzên taybet û endaza leîkerî, rêkan ji mîn û bomban paqij dikin.
Faila deng ya Emîd Serbaz Hemed Emîn
Ji aliyê xwe ve, Zekî Şengalî, endamê Konseya Rêvebir ya Koma Cikên Kurdistan (KCK)ê gote Dengê Amerîka; hêzên Kurdan baş ji vî şerî re amadene û li demek nêzîk dê mizgîniya azadkirina Şengalê bidîn Êzdiyan û gelê Kurd.
Zekî Şengalî, endamê Konseya Rêvebir ya Koma Cikên Kurdistan (KCK)
Endamekê Hêzên Parastina Şengalê, Faris Hecî Xidir got, hêzên Kurdan çend gund ji DAIŞ paqij kirine û berv pêş diçin.
Faris Hecî Xidir