Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rawêjkarê UN jibo Pirsên Cenosayidê li Kampa Xankê bû


Îro roja Înê rawêjkarê taybet yê sekirterê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-moon serdana kampa penaberan ya taybet bi koçberên Êzidi li kampa Xankê kir.

Adama Dieng rawêjkarê sekirterê giştî yê netewên Yekgirtî Ban Ki-moon yê taybet bi pirsên Cenosayidan bi mebesta ji nêzve şopandina rewşa wan kurdên Êzidî yên bune qurbanên terora Daişê, serdana kampa Xankê ya nizîk bajarê Sêmêlê kirye.

Adama Dieng di peyva xwe de, ya li Kampa Xankê kirî got" emê hemî hewilan bidîn nek bi tenê kesên di nav destên Daişê de rizgar bikîn , belkî em dixwazîn di prosêsek yasayî de, hemû belgeyan top bikîn jibo karkirina tawanan Daişê da kû weke Cenosayid bê naskirin.

Herweha Aadam got" Îro ji nêzîk min guhdariya wan hemî çîrok û serpêhatiyan girt yên ku biserê Êzidyan hatine dema Daişê Şengal û herêmên dewrûber li havîna 2014an dagîrkirin".

XS
SM
MD
LG