Lînkên eksesibilîtî

Hevserokê Nû yê PYD'ê : Divê Kurd Yekîtîya Neteweyî Ava Bikin


Hevserokê nû yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, di hevpeyvîneke taybet de, ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ‘’divê Kurd yekîtîya xwe ye neteweyî ava bikin’’.

‘’Li bakur, başûr, rojava û rojhilata Kurdistanê li ser gelê me gef û êrîş hene. Bersîva vê ya herî xweş avakirina yekîtîya neteweyî ye. Em bi hev re têkoşîna xwe ya azadî û demokrasîyê xurttir bikin’’ Şahoz Hesen got.

Şahoz Hesen ser referanduma Herêma Kurdistanê ya Îraqê jî da zanîn ku ‘’ew heta dawîyê rêz ji îradeya gel re nîşan didin û piştgirîya wê dikin’’

Hevserokê PYD’ê de bi berdewamî dîyar kir ku ‘’Kurdan bi şerê dijî terorê xwe îspat kirine û dewletên ku li ser axa Kurdistanê desthilatdar in, divê dev ji siyaseta xwe ya şaş ya dijî Kurdan berdin’’

XS
SM
MD
LG