Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Foza Yûsif: Hêzên Kurdan Sînorê Tirkîyê ji DAIŞ'ê Parast


Şervanekî YPG'ê
Şervanekî YPG'ê

Hevseroka Federalîzma Bakurê Sûrîyê Foza Yûsif di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku biryara Amerîka ya alîkarîya çekên giran bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ewê bandoreke erênî ser çareserîya kêşeya Sûrîyê çêke.

Yûsif dîyar kir ku YPG’ê li dijî DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistine, lê jiber zextên Tirkîyê tesîra ku YPG’ê ser herêmê çêkirîye nehatîye dîtin.

‘’Kurd di guhertin û veguhertina Sûrîyê de hêza sereke ne. Pêwîst e ku îtifaq bi wan re bê kirin. Amerîka niha bi alîkarîyê siyaseteke rast dide meşandin ku îro Kurd li herêmê demokrasîyê temsîl dikin’’ Yûsif got.

Tirkîye, YPG’ê wek rêxistineke terorîst dibîne ku karbidestên wê ser alîkarîya çekên giran nerazîbûna xwe nîşan didin.

Yûsif da zanîn ku dijminatîya ser Kurdan tiştekî bi Tirkîyê nade qezenc kirin, û berovajî ger wî welatî bi Kurdan re li ser prensîbên rast tîfaqek çêkira ewê rewşa wî niha li Rojhilata Navîn baştir bûya.

Yûsif bi berdewamî dîyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava vir ve hêzên Kurdan ji Tirkîyê re qet nebûne qef û sînorê wê dewletê ji DAIŞ’ê parastîye.

XS
SM
MD
LG