Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Lêkolînên Kurdî Bi Sistkirina Tedbîrên Korona Dest Bi Dersên Rûbirû Dike


Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbulê
Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbulê

Komela Lêkolînên Kurdî ku navenda xwe li Îstenbul’ê ye bi sistkirina tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona li cem dersên onlayn êdî dersên rûbirû jî dide.

Jiber pandemîya vîrusa korona ev du sal in hikûmeta Tirkîyê dem bi dem hin tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona distîne û radike. Jiber standina tedbîran jî li Tirkîye ser xebatên çandî û hunerî, zanistî, xebatên medya û perwerdehî hwd. zêdetir bi awayekî onlayn dihatin kirin.

Lê ev demeke jiber ku hikûmetê biryara sistkirina hin tedbîran da êdî jîyana rojane jî tevî hejmara mirin û pêketîyên vîrûsa korona yên zêde jî vedigere rojên xwe yên berê.

Sêpan Haco Mamostayê Komela Lêkolînên Kurdî
Sêpan Haco Mamostayê Komela Lêkolînên Kurdî

Bi vê yekê ve girêdayî Komela Lêkolînên Kurdî dîsa her çiqas zêdetir dersên onlayn bide jî. biryar standîye ku roja Şemîyê jibo asta çaran û asta mamostetîyê dersên rûbirû bide.

Yek ji mamosteyên komelayê Sîpan Haco dibêje ku jiber rewşa asayî ewan 2 polên rûbirû vekirin.

“Me jibo hemû astan qursên xwe venekirin û gelemperî onlayn in. Lê 2 polên me rûbirû ne. Kesên ku derzîya vîrusa korona li xwe dane ku her polê de 15 kes hene dersên rûbirû dibînin.” Wî got.

Hevserokê Komela Lêkolînên Kurdî
Hevserokê Komela Lêkolînên Kurdî

Hevserokê Komela Lêkolînên Kurdî Eyyup Subaşi jî sedema dayîna dersên rûbirû yên asta çaran û asta mamostetîyê wiha tîne ziman.

“Jiber ku kesên têne beşdarî van qursan dibin zêdetir wê siberojê hem mamostetîya Kurdî bikin ku kesên bixwazin di nav xebatên sazîyê de cîh bigirin dikarin bi awayekî rêvebir, endam an jî dilxwaz bixebitin. Jiber vê yekê jî dersên rûbirû girîng in.”

Herwiha di vê serdemê de komela bi dersên onlayn û dersên rûbirû 50 jê zarok bi giştî 300 kesan li ser zimanê Kurdî perwerde dike.

Hêjayî birxistinê ye ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameyeke Desthilata Qanûnê (KHK) Enstîtuya Kurdî ya Îstenbul’ê hatibû girtîn ku xebatên akademîk ser ziman, wêje û dîroka Kurdî dikir. Jibo ku ev valahî were dagirtin, Komela Lêkolînên Kurdî, di Adara 2017’an de hatibû damezirandin. Komela hem dersên zimanê Kurdî bi sê zaravayan dide hem jî xebatên ziman, wêje û dîroka Kurdî bi rê ve dibe.

Raporta Stenbulê 5 12 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00

XS
SM
MD
LG