Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Divê Kurdên Sûrîyê û Şam Dest bi Dîyalogê Bikin


Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Vershinin dîyar kir ku divê Kurdên Sûrîyê û Esad dest bi dîyalogê bikin.

Vershinin da zanîn ku ewê piştgirîya dîyaloga di navbera Şam û Kurdên Sûrîyê de bikin.

"Kurd beşeke Sûrîyê ne. Em kêşeyên di navbera Şam û Kurdên Sûrîyê de dizanin, lê li gor min dîyalog dikare wan çareser bike." Vershinin got.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad do Yekşemê dîyar kiribû ku "tenê Artêşa Sûrîyê dikare komên li bakurê Sûrîyê biparêze"

Piştî Amerîka ragihand ku ewê hêzên xwe ji Sûrîyê vekişînin, Tirkiyê gefên operasyonê yên dijî bakurê Sûrîyê gurtir kirin.

XS
SM
MD
LG