Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kurdî Qîzeke Swêdî ji Destê DAIŞ Rizgar Kir


Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê ragihand ku hêzên Kurdî keçeke Swêdî ji destê DAIŞê rizgar kir.

Qîza 16 salî di 17ê Şubatê de, ji alîyê hêzên dijterorê li nêzîkî bajarê Mûsilê hate rizgar kirin.

Li gor daxuyanîya hikûmetê, keça Swêdî ji alîyê endamekî DAIŞê ve hatiye xapandin ku ji here Sûrîyê û dû re jî ew sala borî çûye Îraqê.

Karbidestên Swêdî got ku malbata keçê, alîkarî ji Kurdan kir ku keça wan rizgar bike û ew niha li Herêma Kurdistanê, li benda çûyîna Swêdê ye.

XS
SM
MD
LG