Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê Komela Lêkolînên Kurdî Dibêje Qada Onlayn Jibo Zimanê Kurdî Dibistanek e


Bi pêşengîya zimanzan û rewşenbîr Celadet Elî Bedirxan kovara Hawar’ê di 15'ê Gulan’a 1932’an de li bajarê Şam’ê bi tîpên Latînî û bi Kurdî hat çapkirin û ev roj wek “Roja Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin.

Lê jiber pandemîya vîrusa korona ev du sal in li seranser cîhanê xebatên çandî û hunerî, zanistî, werzîş, xebatên medya û perwerdehî hwd. jî zêdetir bi awayekî onlayn têne kirin û ev yek jibo xebatên ser zimanê Kurdî jî wiha ye.

Bi vê yekê ve girêdayî Komela Lêkolînên Kurdî jî ku navenda xwe li Îstenbul’ê ye ji destpêka pandemîya vîrusa korona heta niha li seranser cîhanê ji 5 hezarî zêdetir kes jibo zimanê Kurdî bi awayekî onlayn perwerde kirine.

Hevserokê Komela Lêkolînên Kurdî Eyyûp Subaşi ser vê mijarê dîyar dike ku pir encamên erênî yên dersên onlayn hene û ji her derî şagirt dikarin tevlî dersên onlayn bibin.

“Taybetî ev saleke bi destpêka vîrusa korona ve komeleyê jibo perwerdeya zimanê Kurdî dersên onlayn daye destpêkirin. Niha jiber ku ders onlayn têne dayîn ne tenê li Îstenbul û Tirkîye ji derveyî Tirkîye jî zêde beşdarvan hene. Niha jî komele perwedeya zimanê Kurdî dide 690 kesan ku 610 jê mezin in û 80 jê zarok in.”

Mamoste Subaşi tîne ziman ku piştî xilasbûna pandemîya vîrusa korona jî ewên dersên xwe yên onlayn bidomînin.

“Jiber ku jiber rewşa zimanê Kurdî li her derî sazîyeke jibo pêşxistin û hinbûna ziman tuneye emê êdî qada onlayn wekî dibistan bi kar bînin. Kesên ku ne li Tirkîye an jî li Îstenbul’ê bin emê hewl bidin ku derfetan jibo ku beşdarî qursên me bibin biafirînin. Êdî dersên onlayn wê bibe beşeke girîng ya xebatên me.”

Komele bi sê serdeman serdema payîz, bihar û havînê dersên onlayn yên Kurdî dide kesên ku Kurdîya xwe dixwazin pêş bixin û kesên qet Kurdî nezanin jî.

Hêjayî birxistine ye ku Komela Lêkolînên Kurdî ya navenda xwe li Îstenbul’ê sala 2017’an de piştî ku Enstîtuya Kurdî ya Îstenbul’ê bi Biryarnameyeke Desthilata Qanûnê (KHK) hat girtin hatibû sazkirin. Komele hem xebatên ser ziman û akedemîyê lêkolîn û weşanê dike hem jî xebatên perwerdehîya zimanê Kurdî didomîne.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00


XS
SM
MD
LG