Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Evîn Mehmûd: Pêwîstiya Zarokên Sêwî Yên Ji DAIŞ Rizgarbûne bi Alîkariyek Mezin Heye


Sê saziyên kurdî ( Êzîdîna, Gula Zêtûnê û Komela Alîkariya Mirovantiyê) ji Almaniya serdana Mala Civîn ya sêwiyan li Dihokê kirin , da ku karibin alîkariya zarokên sêwî bikin yên ku bav û diyên wan li ser destê DAIŞê hatibûn kuştin.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Evîn Mehmûd re kir , ku endama komela alîkariyên mirovantîyê û nûnera vê şanda alîkariyê ye li kêleka Mîdya Mehmûd û Elî Îso .

Avin Mahmoud
Avin Mahmoud

Birêz Evîn anî ziman ku ev destpêşxerî ji aliyê sê saziyên kurdî li Almaniya pêk tê, di bin sîdara piroja alîkariya zarokên sêwî, ku rewşa wan ta nuha di zor dijwariyê de derbas dibe û hevdîtina wan bi zarokan re û berpirsên Mala Civîn ya ku alîkariyê dide van zarokan.

Wekî din jî wê got ku vê şandê lêkolîn , vîdyo û belege kom kirine û wê li ser karbikin û radestî rêzistin û hikûmeta almanî bikin da ku bi lezgînî çareyekê peyda bikin ji van zarokan re.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:42 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG