Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Osman Baydemîr jiber Peyîva "Kurdistan" Hat Ceza Kirin


Parlementerê HDP’ê yê Ruhayê Osman Baydemîr ji ber kû navê Kurdistanê anî ziman, ji parlementoye hat derxistin.

Baydemîr di civîna butceye de axivi û got ku “Ez wek nûnerekî Kurdistanê têm û daxaza min ew e ku ev der bibe parlamentoya hevpar ya Kurd û Tirkan.”

Cîgira serokê parlamentoye du roj ceza li Baydemîr birî da ku nekeve parlamentoyê. Herwisa cezayê pere jî lê hate birîn.

Hêjayî gotinê ye ku cara yekê ye parlamenterek ji parlamenê tê derxistin û parlamenterên HDP'ê jî jibo cezayê protesto bikin civata giştî terkandin.

Axaftina Baydemîr û bertekên li dijî wî wiha pêk hat:

Baydemîr di civinên li ser butceyê de axaftinek kir û dema got “Rol û erka me heye, ez kurê gelê Kurd im, nûnerekî Kurdistanê me” nîqaş derketin û parlamenterên partîyên din li dijî peyîva Kurdistanê derketin.

Cîgira serokê parlamanê Ayşenur Bahçekapili li ji Baydemîr pirsî û got “Li Tirkîyê coxrafyayeke bi navê Kurdistanê tuneye, Kurdistan ku der e?” Baydemîr deste wxe da ser dile wxe û got “Kurdistan vê derê ye.”

Pişti rûniştinê, Bahçekapili bi heceta ku îfadekirina peyîva Kurdistanê ne li gorî qanûna parlamento ye, jibo du rojan ceza li Baydemîr birî da ku beşdarê civînen li civata giştî nebê. Baydemîr ji civînê hat derxistin.

Berîya ji civînê derkeve Baydemîr mafê parastinê xwest û li kursîyê wiha dewamî da axaftina xwe:

“Ev axaftina min ne jibo parastinê ye, jibo dilê mîlyonan, ji dilê xwe diaxifim. Ti caran bernameyeke min ya nepenî çênebû, piştî şûnda jî dê çênebe. Berîya sed salan hin zanist jiber ku gotin dinya gilover e hatin ceza kirin. Gotina Kurdistanê jî ne sûc e û divê ne sûc be. Kurdistan rastîyeke û beşek ji vê erdnîgarî ye. Jibo ev beş ji vê cografyayê perçe nebe, pêdivîya me bi edalet û hevkarîyê heye.”

Baydemîr lêzêde kir û got ku dibe ew jî wek Tahir Elçî bikin hedefên êrîşên sîyasî û bikujin, lê ew nikarin rastîya Kurdistanê bikujin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG