Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Rewişt Reşîd li Ser Pirsa Derûnî ya Vîrusa Korona Diaxife


Nexşeya John Hopkins ya vîrusa korona

Piştî ku bo cara yekê vêrusa korona ji bajarê Wuhan yê Çînê hat dîtin û li cîhanê belav bû, heta niha nîv milyon kes tûşî wê nevxweûiyê bûne û zêdetirî 22,000 kes mirine, lê dîsan zêdetirî 121, 000 kes ji nexweşiyê çavk bûne.

Welatê herî zêde ziyan pêketî Îtaliyaye heta amadekirina vê raportê hejmara miriyan li Îtalya ji Çînê jî derbaz kir, herwiha welatê din yê Ewrupa ku gelek ziyan gihayê û qurbanî hene welatê Îspanya ye.

Herêma Kurdistana Îraqê, weke her herêm û ciyekî din li cîhanê rastî wê nexweşiyê hatiye, bi taybet herêma Silêmaniyê ku hevsinore li gel Îranê, li wê herêmê vîrusa korona rastî çendîn kesan hatîye.

Bo danûstandina derbarê rewşa karantîn kirinê û vederbûna kesên civakê û malbatê û rewşa derûnî ya kesên tûş dibin û xwe karantîn dikin, Dr. Rewişt Reşîd sykolojîst û Berpirsê Komela Pizîşkên Dernûnî li Herêma Kurdistan bo Dengê Amerîka axivî.

Dr. Rewişt Reşîd
Dr. Rewişt Reşîd

Dr. Rewişt da zanîn ku, raste karantîne kirin rotîna jiyan mirvan diguherîne, û ev yek bi rêya xwe bandorê li ser derûn û piskolojîya mirovan dike, lê divê herkesî sebri û aram hebe û pêgiriyê bi nederketina ji malê bike.

Dr. Rewişt herwiha dibêje, tirs bandoreke raste rast ya vê nexweşiyê ye, tirs we dike ku derûn û piskolojiya miravn xerab bibe û ev dê bandorê li ser bergiriya leşê mirov bike, divê ku mirov ji tûşbûna vîrusê netirse, dema ku bitire wî çaxî bergirîya bedena mirov lawaz dibe.

Dr. Rewişt dîsan weke şîret dibêje, divê dermanên ku nehatine erê kirin û ji aliyê zanistî ve netah bin qebûl kirin, bila kesek wan dermanan nexwe, jiber ku dibe ziyana wan dermanan gelek xerabtir be ji başiya wan.

Dr. Rewişt Reşîd
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:24 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG