Xwendekarên dibistana navîn li Tirkîyê heta îro karîbûn ku dersên bijartî bibijêrin ku di nav wan de dersên Kurmancî û Zazakî jî hene.
Jimareke komel û rêxistin bang li malbatan kiribûn ku jibo zarokên xwe Kurdî bijêrin.
Di vê raportê de rewşa hînkirina Kurdî li Tirkîyê, hêst, nêrîn û daxwazên malbatên Kurd, mamoste, sendîka, partîyên sîyasî yên jibo hînkirin û perwerdeya bi zimanê Kurdî hene.
Li Tirkîyê di Îlona 2012’an de dersa bijartî ya Kurdî, bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî, di bin navê “Ziman û Zaraveyên Zindî” de, ketibû nava çarçoveya fêrkirina Wezareta Perwerde ya Tirkîyê.
Li got wê biryarê di polên 5, 6, 7 û 8’an de xwendekarên ku bixwazin dikarin wek dersa bijare zimanê Kurdî bibijêrin û dikarin di hefteyekê de 2 saet Kurmancî yan Zazakî hîn bibin.
Hêjayî balkişandinê ye ku divê herî kêm 10 xwendekar hebin ku li dibistanekê ew dersa bijartî ji were pêşkêş kirin.