Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Cih Û Rola Kurdan di Hikûmeta Nû ya Îraqê de


Dr.Majid Şengalî û Dr.Samî Etrûşî

Di Gulana derbazbûyî de hilbijartinên giştî yên Îraqê pêk hatin. Lîstên weke Sayîrun, Nesir, Fetih, dengên herî zêde stendin, herwiha li Kurdistana Îraqê jî PDK û YNK'ê dengên zêde girtin.

Piştî alozî û dubare hijmartina dengan careke din, Dadgeha Federal ya Îraqê hefteya borî encamên hilbijartinan erê kirin.

Serokomarê Îraqê Fûad Masûm, roja Duşemê biryar da ku rûniştina yekê ya dewra nû ya parlamanê di 3'ê Îlonê de bi encam bibe.

Di rûniştinê de, dê serok û du cîgir werin hilbijartin, herwiha serokekî nû bû Îraqê dê were hilbijartin.

Parlaman dê serokê pêkhateya herî mezin destnîşan bike da ku dest bi hewildanên avakirina kabîna nû bike.

Li ser pirsa beşdarîya Kurdan û destnîşankirina serokomerekî nû bo Îraqê, hem alîyên Îraqî û hem jî Kurd di nava duberî û alozîyeke mezin de ne.

Kurd di nava xwe de ne yek in, bi taybet piştî alozîyên ji encamên referanduma sala par derketîn. Ji alîyekî Bexda û Hewlêrê û ji alîyê din jî Kurd di nava xwe de ji hev dûr ketine.

Dûrketina alîyên sîyasî bandoreke rasterast li ser avakirina hikûmeteke nû heye. Di nava van hemû alozîyan de dê rola Kurdan çi be û cîhê wan li ku derê be?

Majid Şengalî, endamê berê yê parlamana Îraqê li ser lîsta Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Dr. Samî Etrûşî endamê xola yekê ya parlamana Îraqê li ser lîsta Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê van mijarên behskirî dinirxînin.

Şengalî dibêje ku Kurd zêdetir nêzîkî lîsta Abadî ne jiber ku hem Amerîka piştevanî didê û hem jî li hember Îranê ye.

Etrûşî jî dibêje ku derbarê danûstandinên heta niha hatine kirin, Kurd nikarin weke berê bi hêz beşdarî hikûmeta nû ya Îraqê bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:28:12 0:00

XS
SM
MD
LG