Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Veguhastina Sivîlan ji Herêma Kurskê Didomîne


Di vê demê de ku leşkerên Ukraynî pêşveçûna xwe ya li Kurskê didomînin, karbidestên Rûsî jî didin zanîn ku ji herêmê 20,000 kesên din hatine derxistin.

Walîyê Cîgir Aleksei Smirnov ji Telegramê ragihand ku polîs û karbidestên din derketina ji Gluskov ya li sînorê Ukrayna bi rêve dibin.

Ukrayna 6’ê Tebaxê dest bi operasyona dersînor kiribû û li gor gor ragihandina karbidestên Rûsî nêzî 200 hezar kes ji herêmên şer hatine derxistin.

Generalê Ukraynî Oleksandr Syrskyi da zanîn ku di pevçûnan de pirtir ji 100 leşkerên Rûsî dîl hatine girtin.

Serokê Ukrayna Volodymry Zelenskyy li ser dîlên Rûsî gotibû ku ewê dîlên destê wan bi dîlketîyên Ukraynî yên destê Rûsan re biguherînin.

Zelenskyy şeva Çarşemê gotibû ku ew pêşveçûna xwe ya li Kurskê didomînin û ew nêzî armanca xwe ya stratejîk dibin.

Wî dîyar kiribû ku hêzên Ukraynî tevî pêşveçûnê Sudzha ya li sînor jî ji destê hêzên Rûsî derxistiye.

Axa Rûsî, ji Şerê Cîhanê ya Duyê vir ve cara pêşî bi dagirkirinê re rûbirû dimîne ku heta niha 1,000 kîlometrekare ketiye destên hêzên Ukraynî.

Bi alîyekî din ve, Cîgira Serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereschuk jî ragihand ku ewê korîdorên alîkarîya mirovî vekin û sîvîlên li Kurskê bin kontrola hêzên Ukraynî bikaribin herin Ukrayna yan jî Rûsya.

Zelenskyy roja Sêşemê gotibû ku leşkerên Rûsî yên nêzî sînor çiqas werin lawaz kirin, wê aştîya jibo Ukrayna û ewlekarîya wê ewqas xurt bibe.

Kîev dîyar dike ku ew naxwaze ku axên Rûsî bi awayekî mayînde di bin kontrola wê de bin, lê Wezîrê Navxweyî yî Ukrayna Igor Klymenko got ku ew dixwazin jibo sekinandina êrîşên Rûsî herêmeke ewle ava bikin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG