Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jared Kushner Zavayê Serok Trump Bo Diyaloga Rojhilata Navîn li Îsrailê Ye


Jared Kushner zava û şêwirmendê serokê Amerîka Donald Trump bi seredanekê giha Îsrailê, pêşîyê bi serok hikûmet Benjamin Netanyahu û baloyzê Amerîka li Îsrailê David Friedman, şanderê Îsraîlê li Washington, Ron Dermer û şanderê Amerîka li rojhilata navîn Jason Greenblatt li ofisa serok hikûmet li Qûdisê civîn encam dan.

Serok Trump şêwirmend Kushner destnîşan kiriye jibo armanca aştiya di navbera Îsraîl û Felistîniyan de ku, weke "firsenda dawiyê" bi nav kiriye , ev hewildan jî di nava alozî û duberiyên kûr tê pêk tên.

Di girteya vidioyê de derdikeve dema Netanyahu Kushner hembêz dike û jê re dibêje "Ev delîveke jibo bicî anîna armancên hevpar di ewlekarî, pêşketin û aştiyê de".

Tê çaverêkirin Kushner li Ramelah dîdaran li gel serokê desthilata Felistînê Mehmûd Abass encam bide.

Vê mehê bîranîna 50 salîya şerê sala 1967an tê nû kirin, dema Îsrailê dest danî ser kinarê rojava, kerta Xazza û Qûdsa rojhilat.

Ev seredana Kushner piştî 20 salên hewildana Amerîka pêkhat, ya ku Amerîka ev 20 sale hewil dide navbeyinkarîya aştiyê bike di navbera Îsrail û Felistînê de, lê heta niha pirsgirêk çareser nebûye û Felistîn jî, ne bûye dewlet.

XS
SM
MD
LG