Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kushner û Erdogan Ser Plana Aştîya Rojhilata Navîn Axifîn


Şîretvanê Serok Donald Trump, Jared Kushner, ku zavayê serok e jî, li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re kom bû.

Civîna Kushner û Erdogan, bi qasî du demjimêran dewam kir. Kushner û Erdogan di civînê de bi piranî ser kêşeya Îsraîl û Filîstinê axifîn.

Kushner, ku ew demek e li Rojihlata Navîn ser plana çareserkirina kêşeya Îsraîl û Filîstinê digere, bo planê piştgirî xwest.

Li ber e ku hûrgilîyên plana aştîyê ya Kushner piştî hilbijartinên Îsraîlê yên 9’ê Nîsanê were eşkere kirin.

XS
SM
MD
LG