Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jared Kushner Dê Serdana Pênc Welatên Rojhilata Navîn Bike


Zavayê Serok Donald Trump, Şêwirmendê Qesira Sipî Jared Kushner dê di dawîya meha Sibatê de serdana 5 welatên Ereban bike.

Di vê serdanê de, Kushner dê ser plana Amerîka ya bo aştîya Rojhilata Navîn agahîyan bide û piştgirîyê bixwaze.

Li ber e ku Kushner bi Nûnerê Rojhilata Navîn Jason Greenblatt serdana Bahreyn, Erebistana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Qatar û Amanê bike.

Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku dibe ku Kushner di gera xwe de biçe yek du welatên din jî.

Di serdana welatên Ereb de, Kushner dê li ser planên sîyasî nesekine û pirtir dê derbarê rêkên aborî biaxife.

XS
SM
MD
LG