Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştinkarîyên li Sûrîyê Didomin


Xwenîşanderên dijî Serok Beşar Esed li bajarê Himusê xwepêşandanê dikin.

Li vê rojê ku Yekîtîy Ereb li benda bersîveke fermî ji Şam’ê ye, hêzên ewlekarîyê êrîşên xwe îro jî domandin.

Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê îro Înê li bajarê Himus’ê êrîşan pêk anîn. Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan ya bingeh li London’ê ji Dengê Amerîka re got, hêzên ewlekarîyê bi kêmî ve 8 kes li seranser welêt kuştin.

Hevdem, artêşa Sûrî îdîa kir ku “terorîstan” 6 firokvan (pîlot) û 3 leşkerên wan kuştin. Ajansa SANA ya dewletê ragihand, bûyer roja Pêncşemê li bajarê Himus’ê pêk hat.

Tundî û tûjîya îro li demekê wanî hat ku xwenîşandêr jibo karvekêşana Serok Beşar Esed li kolanan in. Medyaya dewletê jî radigîhîne, dilsozên rejîmê bi alayên Sûrî û posterên Esed derketine kolanan ku nerazîbûna xwe ya dijî biryara Yekîtîya Ereb nîşan bidin.

Yekîtîya Ereb endamtîya Sûrîyê berî du hefteyan ragirtibû, bi sedema ku Serokê Sûrî Beşar Esed soza xwe ya rawestandina tundî û tûjîyê û vekêşana hêzên ewlekarîyê ji bajarên mezin cîh neanîbû.

Li ber e, endamên yekîtîyê roja Şemîyê careke din kom bin û li ser rewşa Sûrîyê gotûbêjên nû bikin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 3.500 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin.

Lê, Sûrîye ji tundî û tîjîyê, terorîstên bi piştgirîya hêzên derve û tundrêyên îslamî gunehbar dike.

XS
SM
MD
LG