Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Liser Daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê Leşkerê Me li Îraqê Dimîne


Cîgirê serok hikûmetê Tirkiyê dibêje ew leşkerê wan yê niha li bingeha Başîqa ya nêzîk Musilê dimîne, liser daxwaza Hikûmte Herêma Kurdistanê li wêder ye.

Numan Kurtulmuş cîgirê serok wezîre û di heman demê de gotebêjê hikûmeta Tirkiyê ye, ji raporvan re got"Tirkiye rê nade behsa bingeha leşkerî ya Başîqa bihê kirin, jiber ku her kes dizane desthilata xwecihî li bakurê Îraqê û hikûmeta Barzanî daxwaz ji Tirkiyê kiriye, bi mebesta rizgarkirina Musil rahênanan bi hêzên xwecihî bikin".

Kurtulmuş dîsan got, Tirkiye amadeye hevkariyê li gel hikûmeta navendî li Bexda bike, bi mebesta paqijkirina Îraqê ji rêxistinên terorist, herweha dibêje her ji destpêkê Tirkiye li dij bû, bajarê Musil di jêr kontrola DAIŞê de bimîne.

Kurtulmuş tekz dike ku, mebesta hatina hêzên Tirkiyê di nav axa Îraqê de ne bi mebesta dagîrkirinê ye, belkî ew dixwaze hevkar be jibo Îraqeka yekgirtî yaku niha di şêweyê dabeşbûnê de ye.

Dîsan dibêje, Îraq dê jibo Îraqiyan be û Sûriya jibo Sûriyan, Tirkiye rê nade tu rêxistinan guherînên nejadî û demografî li herêmê pêk bînin, divê tu welat jî riya vê yekê qebul neke, weke Kurtulmuş dibêje.

Wek tê zanîn doh roja Sêşemê Parlemenê Îraqê bi tundî hebûna hêzên Tirkiyê liser axa Îraqê şermezar dike û daxwazê ji hikûmeta welatê xwe kir da ku bi riyên dîplomasî û yasayî serweriya Îraqê biparêze.

XS
SM
MD
LG