Lînkên eksesibilîtî

Kuwait Û Tirkiye Peymana Hevkarîyê Îmze Dikin


Roja Sêşemê Kuwait û Tirkiyê peymana hevkarîyê ya di warê Spor, Abûrî û bihavê Lêgerînên Zanistî de Îmze kir, ev peyman di dema seredana serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya welatên kendavê de pêkhat.

Peymana hevkariyê bi amadebûna her yek ji serokê Tirkiyê Erdogan û Şahê Kuwaitê Şêx Sabah al-Ahmad al-Jabir al-Sabah, herweha nûnerên herdu welatan pêkhat.

Ajansa fermî ya Kuwaitê ragihand ku, nûnerên herdu welatan, di warê werziş û weberhênana raste rast û di warê teknolojî û lêgerînên zanstî de îmze kirine.

Li aliyek din, berî ku, peymana hevkariyê di navbera herdu welatan de pêk bihê, Erdogan û şah Sabah derbarê rewşa li herêmê û pirsgirêkên li herêmê danûstendin encam dan, ev yek di daxûyaniya fermî ya dewleta Kuwaitê de hatîye behis kirin.

Di warê leşkerî de serok erkanên herdu welatan, yê Kuwaitê, general Mohamed al-Kuzir û yê Tirkiyê Hulusi Akar hevkariya leşkerî ya di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin.

Seredana Erdogan ya welatên Kendavê di wî çaxî de pêkhat dema ku, aloziyên dîplomasî di navbera Qeter û çar welatên Erebî tê berdewam kirin. Erebistnan Saûdî, Îmarat, Bahrên û Misrê têkiliyên xwe bi Qeterê re qût kirine û çend mercên pêşîn li hember Qeterê danîne jibo vegerandina têkiliyan bo astê normal, şertek jê girtina bingeha leşkerî ya Tirkiyê ye li Qeterê, ji welatên Kendavê Kuwait ketbû navbera wan welatan da ku, çareseriyekê bû aloziyan bibîne.

Herçar welatên Erebî, Qeterê bi hevkariya bi terorê re û têkiliyên bi Îranê re sûcdar dikin, lê Qeter her carê van sûcan red dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG