Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austuraliya bi Bêxemiyê Tê Sûcdar Kirin Jiber Girtina Kylie Moore li Îranê


Kylie Moore-Gilbert
Kylie Moore-Gilbert

Hevalên akademîsyenek Austuralî ya binyat Brîtanî ku li Îranê jiber tawanên sîxurîyê hatîye girtin roja Pêncşemê kampeynek giştî destpêkirin da ku wê azad bikin û gotin stratejîya dîplomasîya rihet ya Austuralyayê serkeftî nebûye.

Piştî nêzîkî du salan ku Kylie Moore-Gilbert, li Îranê hatîye desteserkirin dema ku wê hewil dida ji Îranê bizivire. Hinek heval û hevkarên wê li Canberra dixwazin ku pirtir kar bikin da ku kêşeyê çareser bikin.

Koma "Kylie Azad Bikin" got, wan rêz ji rêberiya wezareta derve ya Austuralyayê girtîye ku ji wan xwastîye ku "bêdeng bimînin" û destûrê bidin ku dîplomat karê xwe bikin.

"Lê em bawer dikin ku ew stratejîye serkeftî nebûye û rewşa wê ya rojane jî baştir nebûye," wan got.

Moore-Gilbert, mamostaya Lêkolînên Îslamî bû li Zanîngeha Melbournê, nûke bi tawana sîxurîyê cezayê deh salan wergirtîye, lê ew wan tawanan red dike.

Vê heftîyê Moore-Gilbert ji girtîgehek li Tehranê hate veguhaztin bo girtîgeha jinan ya bi xirabîya xwe navdar e, ku li derveyî Tehranê ye.

Mafên mirovan yê Amerîkayê ew girtîgeh jiber xerabiya wê ya bi navê Qarchak kirîye di lîsta reş da, zîndan bo girtîyên sîyasî gelek xirab e û vîrusa koronayê li wê derê mişe ye.

Hat ragihandin ku Moore-Gilbert li balafirxana Tehranê hatibû girtin ji alîyê Pasdaran ve li Îlona 2018an, piştî ku beşdarî konferansekê bûyî li bajarê Qom.

Dihêt bawer kirin ku beşdervanekî konferansê anjî kesekî li ser lêkolîna wê hevdîtin kirî gilîya wê kirîye. Lêkolîna Moore-Gilbertê li ser Kendavê bû bi taybetî jî Bahreynê ku cihê pêşbaziya di navbera Îran û Erebistana Saûdî da ye.

XS
SM
MD
LG