Kirgizistanê roja Yekşemê got ku hejimara kuştiyên wan ji ber şerê ser sînorî digel Tajîkistanê gihîştiye 46 kesan, û bi kêmî ve 129 kes jî birîndar bûne di şerê navbera her du welatên Asyaya Navîn de.
Komarên Sovyeta berê li ser nakokîya sînorî di 14-16 Îlonê da bi hev ketin, hevdu bi bikaranîna tank, hawan, top, mûşek û dronên êrîşkar tawanbar kirin bo êrîşên ser qereqol û niştecihên derdorê ku di encamê da herî kêm 54 kes mirine.
Pirsgirêkên sînorê yên Asyaya Navîn bi giranî vedigerin serdema Sovyetê dema ku Moskowê hewl dida ku herêmê di navbera komên ku niştecihên wan bi gelemperî di nav wan etnîsîteyên din de cih digirin dabeş bike.
Kirgizistanê jî got ku wê nêzîkî 137,000 kesên ji herêma pevçûnê derxistine.
Tajîkistanê ti jimareke fermî ya kuştî û birîndaran nedaye, lê jêderên ewlehîyê dibêjin vê heftîyê 30 kes hatine kuştin.
Herdu alî li ser agirbestekê di 16'ê Îlonê de li hev kir, ku bi giştî berdewam dike tevî çend bûyerên îdiakirî yên topbaranê.