Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qirxîzistanê Çalakvanên Mafên Jinan Tên Êrîşkirin û Girtin


Wêne ji Xwepêşandaneke Berê ye

Li welatê Qirxîzistanê polîs bi dehan çalakvanên mafên jinan îro Yekşemê girtin piştî êrîşkirina xwepêşanderan ji aliyê hin mêrên rûnixamtî ve.

Çalakvan di roja cîhanî ya jinê de li meydaneka paytexta welêt Bîşkek kom bûn da ku piştgiriya jinan bikin li dijî tundûtijiyê, lê hin mêrên rûnixamtî, êrîşî wan kir û durişmên wan qetandin, li pêş çavên rojnamevanan, di nav de jî peyamnêrê Reutersê.

Bi gihîştina polîs re êrîşker çûn û polîs nêzîkî 50 xwepêşander girt, ku piraniya wan jin bûn.

Çalakvan balê dikşînin ser hin keysên zewaca bi darê zorê û tundûtijiya navxweyî û dibêjin mafên jinan li welêt binpê dibêye, di demekê de ku îdyolojiya rastrewan tê belavkirin li komara Sovyet a berê ku hejmara xelkê wê 6 milyon in.

Sala borî, pêşangeheke şêwekarî ji aliyê hikûmetê ve hate binçavkirin, piştî nîşandana tabloya jineke bê cilûberg û serokê pêşangehê dest ji kar kişand di encama wergirtina gefên kuştinê de.

XS
SM
MD
LG