Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje ku Lîbya bi Fermî Piştgirîya Leşkerî ji Tirkîyê Xwest


Hêzên hikûmeta Trablusê (Arşîv)

Karbidestekî Lîbyayî ji Reutersê re got ku hikûmeta wî bi fermî ji Tirkîyê xwest ku “bi rêka esmanî, bejeyî û deryayî piştgirîya leşkerî” bide wê ku bikaribe rê li ber êrîşa ser paytext Trablusê bigire.

Hêzên Xelîfa Heftar, ku piştgirî ji Erebistana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Rûsya werdigirin, ber bi Trablusê pêşde diherin ku navenda hikûmeta Fayez el-Serac ya bi piştgirîya Tirkîyê bistînin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan demeke zûtir ya îro Pêncşemê gotibû ku Tirkîye dê ser daxwaza Trablusê di meha were de leşkeran bişîne Lîbyayê.

Erdogan hefteya borî gotibû ku Tirkîyê wê bêdeng nemîne ku çekdarên ser bi Rûsya li Lîbya piştgirî didin Heftar.

Tirkîyê meha borî peymaneke ewlekarîyê bi hikûmeta Serac îmza kiribû, lê Rûsya nerazîbûna xwe hember wê peymana ragihandibû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG