Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rojhilata Lîbyayê Êrîşên Esmanî Birin Ser Bajarê Sirte


Karbidstên Lîbyayî ji Reutersê re ragihand ku hêzên rojhilata Lîbyayê îro Duşemê êrîşên esmanî birin ser çeperên hikûmeta navendî ya li bajarê Sirte.

Rûniştvanên Sirte dibêjin ku berê êrîşên li derdora bajêr çêdibûn, lê cara yekê ye ku navend Sirtê bi vî awayî yê armanc girtin.

Di êrîşên îro de kargehek hate xistin û navendên leçkerî jî hadin armancgitin.

Artêşa Netewî ya Lîbyayê ya bi fermandarîya Xelîfa Xaftar ji meha Nîsana vir ve, hem bi êrîşên emanî hem jî bi yên bejeyî hewil dide ku bajarê Trablusê kontrol bike ku di bin hikûmeta navendî ye ku civata navnetewî lê piştgirî dike.

Hikûmeta Trablusê ji ser malpera Facebookê îdia kir ku êrîş ji hêla dronên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hatine kirin.

Li gor raportên Neteweyên Yekbûyî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir piştgirî didin hikûmeta xaftar û Tirkîye jî piştgirîya hikûmeta Trablusê dikin.

XS
SM
MD
LG