Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin Piştî Kuştina Hêzên Amerîkî li Urdunê Soza Kiryarên Pêdivî Dide


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Duşemê soz da ku ewê hemî kiryarên pêdivî bikin ku hêzên xwe biparêzin.

Austin, ku jiber nexweşîya pênceşera prostat mehek ne li ser kar bû, îro mêvandarîya Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg kir.

“Di destpêkê de dixwazim hêrsa xwe û xemgînîya xwe li ser mirina 3 leşkerên me yên leheng û birîndarkirina yên din yên li Urdunê dîyar bikim. Serok Biden û ez wê rê nedin êrîşên dijî hêxên Amerîkî û emê hemî kiryarên pêdivî bikin ku Amerîka û hêzên me biparêzin,” Austin got.

Hevdem, karbidestên Amerîkî lêpirsîna xwe didomînin ku fem bikin çima sîstema berevanîya li bingeha bi navê Tower 22 nikarîye ew êrîşa dronî bisekinanda.

Serokê Amerîka Joe Biden komên bi piştgirîya Îranê bi êrîşa dronî ya dijî hêzên Amerîkî tawanbar kiribû û gotibû ku ewê têkoşîna li dijî terorê bi pêgirî bidomînin û hesab ji êrîşkaran bipirsin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li bingeha Tower 22 ya Urdunê, ku li ser sînorê Sûrîyê ye, 350 leşkerên Amerîkî hene.

XS
SM
MD
LG