Senator Lindsay Graham ku yek jî sîyasetvanên gîrîng yên Komarîyan e, îro Duşemê got ku ew ji alîyê şîretvanê ewlehîya netewî John Bolton ve derheqa girjî û alozîya bi Îranê hate agahdar kirin.
"Zelal e ku di çend hefteyên borî de Îranê êrîşî xetên borîyan û keştîyên dewletên curbicur kirin û gefan ser berjwendîyên Amerîkî li Îraqê kirin.”
Graham ji ser Twitterê got ku şaşitî ya Îranê ye, ne ya Amerîka ye. “
“Ger gefên Îranê yên hember karmend û berjewendîyên Amerîkî bigiheje asteke karîger, divê em bersîvdaneke xurt ya leşkerî bidin. Ez bi te re me, Birêz Serok," Graham got.