Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Desteserkirina Rojnamevana Amerîkî li Tirkîyê Piştrast Dike


Lindsey Snell
Lindsey Snell

Wezareta Derve ya Amerîka piştrast kir ku rojnamevana serbest ya Amerîkî dora meheke berê li Tirkîyê hate desteser kirin.

Berdevkê Wezareta Derve John Kirby ji nûçegîhanan re got ku rojnamevan Lindsey Snell niha di girtîgeheheke li bajarê Hatay ya Tirjkîyê desteserkirî ye.

Kirby got ku karbidestên Tirk ji wan re gotiye ku Snell ji Sûrîyê derbazî Tirkîyê bûye û bi sedema ku bi qaçaxî ketiye devera leşkerî ya qedexekirî, doz li hember wê hatiye vekirin. Wî got, ew nikare bêje ku Snell çima li Sûrîyê bû.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk do 8ê Tebaxê de ji zarê walîyê Hatayê Ercan Topaca ragihandibû ku Snell hate desteser kirin, dema wê hewil dida ku bi qaçaxî tekeve nav axa Tirkîyê û ew hîn nizanin ku ew sîxur e yan ne.

Çend roj berî desteserkirina xwe, Snell di hesaba xwe ya Facebook de nivîsîvû ku ew ji alîyê Cebhet el-Nusra hatiye revandin û piştî 10 rojên girtîmayîna, wê karîbû ku ji destê Nusta bireve.

XS
SM
MD
LG