Karbidestên Amerîkî ragihand ku hejmara kuştîyên di şewatên xwezayî yên Los Angelesê de bûye herî hindik 10 kes, lê wan hişyarî da ku jimare dikane zêdetir be.
Karbidest dîyar dikin ku di roja çara de hewilên vemirandina şewatên berfireh didomin û ku bi hezaran xanî wêran kirine.
Operasyonên vemirandina agir bi şev heta sibêha Înê berdewam kirin û helîkopterên vemirandinê jî bi avêtina avê tev li xebatan bûn.
Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden îro Înê karbidestên girîng civandin ku xebatên bersîvdana hikûmeta federalî ya hember şewatên daristanê binirxînin.
Li gor Rêvebirîya Daristan û Parastina Agiriyê ya California agirkujan karîne tenê % 8 şewata herî mezin Palisades kontrol bikin ku pirtir ji 8 hezar hektar erd şewitandiye.
Rêvebirî herwiha ragihand ku agirê herî mezin yê diduyan, Eaton ji tenê % 3 hatiye vemirandin ku wê 5 hezar hektar erd şewitandiye.
Şewatên Palisades û Eaton ji niha ve bûne şewatên herî weranker yên dîroka Los Angelesê û wan bi hevre nêzîkî 85 kîlometre çargoşe erd şewitandin û nêzîkî 10 hezar avahî hilweşandine yan jî zîyan li wna kirine.
Jêder: Reuters