Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîka Roja Karkeran E


Her sal li Amerîka Duşema yekê ya meha Îlonê wek Labor Day anku Roja Karkeran tê pîroz kirin.

Di vê roja bêhnvedana federalî de Amerîkî rêza xwe ji karkerên Amerîkî û keda wan ya ji xweşhalîya welêt re nîşan didin.

Roja Karkeran di sala 1894’an de, di encama hewlên sendîkayan de bû bêhnvedana fermî û bo girîndana wê rojê, bi dehan sal in ku rêdeçûn, şahî û pîrozbahî li seranser Amerîka têne darxistin.

Roja Karkeran herwiha wek roja dawî ya nefermî ya havînê û li gelek cîhan mîna destpêka sala nû ya xwendinê tê dîtin.

Di vê hefteyê de herwiha kompanîyên cûrbicûr kempeynên taybet li dar dixin û bi nirxên kêmtir berhemên xwe ji bikirên xwe re pêşkêş dikin.

Amerîkî behnvedana fermî ya Roja Karkeran ku bi dawîya hefteyê ve dike sê roj, wek derfetekî dibînin ku bi malbatî ve herin cîhên kêfxweşîyê û seredana heval û hezkirîyên xwe bikin.

Bêhnvedana vê salê di bin bandora vîrusa koronayê de derbaz dibe ku karbidest hişyarî didin hemwelatîyan ku xwe ji cîhên şenîbar dûr bihêlin.

XS
SM
MD
LG