Karbidestên ewlekarî yên eyaleta Teksasê li Amerîka dibêjin, 2 kes îro Înê li bingeha esmanî ya Lackland li bajarê San Antonio hatin kuştin.
Berdevkê ofîsan ya devera Bexar James Keith got, wiha xiya dike ku kiryar êrîşeke kuştinkarî û xwekuştinê ye.
Rojnameya serbixwe Air Force Times îdia kir ku fermandarekî bilind ji alîyê leşkerekî hêzên esmanî ve hate kuştin.
Heta niha nasnameyên her du kesan nehatin eşkere kirin.