Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye, Rûsya, Almanya û Fransa Derheqa Sûrîyê Wê li Stenbolê Bicivin


Îbrahim Kalin, berdevkê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku li Stenbolê civîneke çarhêlî ya ser kêşeya Sûrîyê pêk were.

Kalin da zanîn ku civîn wê di 27'ê Cotmehê de pêk were û rêberên Tirk, Rûs, Alman û Fransî beşdarî li wê bikin.

Wî got ku rewşa Îdlibê û pêşketinên dawî yên bo çareserkirina şerê navxweyî ya Sûrîyê wê di hilcivînê de were gotûbêj kirin.

Kalin herwiha got ku alîyên beşar dê hewil bidin ku hewilên hevbeş li Sûrîyê kordîne bikin.

XS
SM
MD
LG