Wezîra Berevanî ya Almanya Christine Lambrecht îro Duşemê karvekişîna xwe ragihand.
Lambrecht, ku endama Partîya Sosyal Demokrat (SPD) e, bi daxuyanîyekê got ku wê ji Serokwezîr Olaf Scholz xwestiye ku wê ji kar dûr bixe.
Karvekişîna Lambrecht wek zarareke mezin ji hikûmeta Schold re tê dîtin.
Pispor bal dikşînin ku ew biryar di vê demê de tê ku Almanya jibo zêdekirina piştgirîya ji Kîevê re di bin givaştina navnetewî de ye.
Dîsa, kanîna Berlînê ya berevanîyê di bin gumanan de ye jiber ku çend tankên Puma yên Almanî jiber pirsgirêkan ji hîndarîyeke leşkerî ya berî demeke kin hatibûn kişandin.
Jêder: Reuters