Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Îsraîlî Biryar Da ku Xwendekara Amerîkî li Îsraîlê Bimîne


Lara Alqasem
Lara Alqasem

Dadgeha Bilind ya Îsraîlî biryar da ku xwendekara Amerîkî Lara Alqasem, ku piştevanîya kempeynên boykotê ya Fîlîstînîyan kiribû, li Îsraîlê bimîne.

Dadgeheke Îsraîlî biryar dabû ku Alqasem were dersînor kirin, lê bi biryara Dadgeha Bilind mafê wê hebe ku li Îsraîlê xwendina xwe bidomîne.

Parêzerên Alqasem got ku biryar jibo azadîya axaftinê, azadîya akademik û serwerîya qanûnê serkeftineke girîng e.

Alqasem ku 22 salî ye, ji 2’yê Cotmehê vir ve destesekirîbû jiber ku wê pankarteke rakiribû ku tê de daxwaza boykotkirina Îsraîlê dikir.

XS
SM
MD
LG