Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyakarê Amerîkî yê Televizyona CNN Larry King Koça Dawî Dike


Medyakar Larry King
Medyakar Larry King

Kenala CNN îro Şemîyê ragihandi ku medyakar û pêşkêşkerê Amerîkî Larry King, ku ji bo CNN, li dirêjîya bêhtirî 60 salî dîdar û hevpeyvîn bi hezaran serkirde û siyasetmedarên cîhanê re kiribûn, îro Şemîyê di temenê 87salî de koça dawî kir.

Hejmarek dezgehên medyayî ragihandibûn ku King hatiye veguhestin bo nexweşxaneyeka bajarê Los Angeles bi sedema virusa koronayê. Wî pirsgirêkên saxlemîyê bo salên dirêj hebûn, di nav de jî celteya mejî di sala 2019an de.

Li gor CNN, King bêhtirî hefteyekê di nexweşxaneyê de mabû.

King ji sala 1985an ta 2010 pêşkêşkerê bernameya “Larry King Live” bû, ku tê de dîdar bi hejmareke mezin a serkirdeyên cîhanê re kiribûn.

XS
SM
MD
LG