Li bajarê Las Vegas ya eyaleta Nevada ya Amerîka piştî girtina bi hefteyan ya bi sedema belavbûna vîrusa korona, gelek kes jinûve vekirina xwaringeh û bar û meyxaneyan pîroz kirin.
Kirîyar şeva roja Yekşemê bi dilgeşî û bi coşkarî çûn bar, xwazingeh, gazîno û cîhên din yên kêfxweşîyê. Lê, piranîya baran jiber şopandina pîvanên dûrbûnaa cîvakî û rêgezên kapasîteya sînordarkirî nekarîbûn gelek kirîyar qebûl bikin.
Navenda Kêmkirin û Rêvebirina COVID-19 ya eyaleta Naveda hefta borî biryar da ku qedexeya girtina baran ya herî dawî ya ku Walî Steve Sisolak di 10'ê Tîrmehê de jinûve ragihandibû, sist bike.
Biryara nû li heremên rêjeya belavbûna vîrusa korona bilind e, kombûnên civakî yên ku li cîhên alkol tê firotin, sînordar dike.
Navenda Hêza Erkdar ya Navenda heftaya borî jibo meyxane, bar, kargehên bîra, û kargehên şarab yên li herêma Reno-Sparks destûra jinûve vekirinê dabû.
Her çend ku Walî Sisolak gotibû ku ewê pîvanên tedbîr û qedexeyên dijî vîrusa korona jinûve binirxîne, klubên şevê û cîhên din yên şahîyê wê hîn girtî bimînin.
Herwiha di nav pîvanên nû de, qedexeya bo kombûnên pirtirî 50 kesan û sînora ji % 50 kapasîteya karsazîyan jî hene.
Karbidestên saxlemîyê ya eyaleta Nevada roja Yekşemê 385 pêketinên nû yên COVID-19 û sê kuştinên din ragihandibûn. Bi van hejmaran, ji destpêka peyvajoya pandemîya korona vir ve, hejmara giştî ya bûyerên vîrusa korona ya li Naveda giheşt 75.804 kesan û 1.531 kes jî bi heman vîrusê jîyanên xwe hinda kirine.