Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Laura li Başûrê Rojavayê Louisiana Dibe Sedema Wêrankariyê


Serê sibeya îro Pêncşemê Bahoza Laura li peravên başûrê rojhilatê eyaleta Louisiana weke bihêztirîn bahoz li herêmê dide û hişyarî hat dan ku dibe hêza bahozê bibe sedema vegirtnêheta heta 40 mîlan di nava ava deryayê da.

Saziya Niştîmanî ya Çavdêriya Seqa û Bahozan NHC dibêje li bajarên weke Cameron dibe avahiyên ji du qatan zêdetir xwe liber bahozê negirin.

Serê sibê nêzî demjmêr 1:00 li gor dema navxweyî weke bahoza di asta çaran da gihabû bejahîyê bi leza hewayî ya 240 kîlometr di demjimêrekê û ziyan gihandine bajarokê Cameron yê eyaleta Louisiana.

Bahoz Laura piştî demkê hêza wê kêm bû heta leza wê giha 168 kilmetir di demjimêrekê da.

Piştî ku bahoz giha navenda pîşesazîya Amerîka li bakur û başûrê rojavayê Louisiana, ziyanên mezin gihandin herêmê û hin xanî bi erde rast kirin û rêfînetên(mesfa)yên petrol û burcên petrolê li herêmê ji kar ketin û berhema xwe rawestandine.

Li herêma derya Charles li Louisiana bingeha bahoz wêrankar bû, gelek xanî wêran kirine dîmenên videoyê yên di twîterê da hatin weşandin qebarê ziyanên gihandin herêmê didin diyar kirin.

David Roth pisporê pêşbîniyên av û hewayê di rojnama taybet ya bi seqayê axivî û dibêje"Ev yek ji bahozên herî bihêze li vê herêmê" pispor herwiha dibêje"Em nerihetin, jiber ku bahoz heta niha dom dike û ber bi navendê ve tê û jiber ku dikeve bakur û herêma avzehan li ser rêya giştî ya 10, tiştek weha nîne ku wê rawestîne".

Karbidestên herêmê dibêjin, jiber ku bahoz ewqas bihêze ew nikarin derkevin jibo ku li qurbanyan bigerin û bizanin çend ziyan çêbûne.

Jiber ku gelek dar ketine di nava cadan û riyan da dibe ku ev pirsgirêka pêşîn ya tîmên hewarhatin û rizgar kirinê be.

Derbendê berhemanîna petrolê Port Arthur bajarê ku rafîner (mesfayên) petrolê lê hene, ji egera bahoza Laura ziyanek mezin dîtiye û mesfa ji kar ketine, bajarê ku nêzî 54,000 kes lê dijîn.

Ji eger bahoza Laura nêzî 620,000 kes neçar mane ku malên xwe terk bikin li eyaleta Louisiana û Texas.

XS
SM
MD
LG