Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Dibe ku di Demeke Nêzîk de de Agirbesteke li Helebê Pêk Were


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Sêşemê got ku dibe ku di demjimêrên pêş de di navbera hikûmeta Sûrî û serhildayan de agirbesteke nû li Helebê were ragihandin.

Lavrov îro li Moskowê bi nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura re hevdîtinek li ser rewşa Sûrîyê kir.

Wî hêvîya xwe ligel rojnamevanan parve kir ku di demeke herî nêzîk de, belku nav demjimêrên were de agirbesteke nû dikare bi cîh were.

De Mistura jî dîyar kir ku jibo domandina danûstandinên aşîtîyê, sekinandina şerê li Helebê pêdivî ye.

XS
SM
MD
LG