Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskova: Rêgirî Nînin Derbarê Vegerandina Têkiliyên Lezgîn bi Amerîka Re


Wezîrê derve yê Rûsiya roja Çarşemê li hemebr Parlamenê welatê xwe axiftinek kir û got, ew dikarin di dema serokatiya Donald Trump de têkiliyên xwe bi Amerîka re vegerînin, yên ku alozî ket bû nava wan.

Sergey Lavrov wezîrê derve yê Rûsiya got" nîgeraniya me jibo vegerandina lezgîn ya têkiliyan bi Amerîka re nînin, em ne li benda tiştek weha sade ne", Lavorv dîsan got "Em dizanin, ku Trump van têkiliyan giring dibîne, di heman demê de Vladimer Putin dizane kanê çawan dê li gel Amerîka rêkeftinan ji bo berjewendiyên Rûsya pêk bîne.

Di dema hilbijartinan de berpirsên fermî yên Rûsiya piştevanîya xwe jibo serkeftina Trump dabûn eşeker kirin, dema Trump di hilbijartinan de, tekez liser têkilyên xûrt yên di navbera herdû welatan de kir bûn.

Di serdema Îdara serokê berê yê Amerîka Barack Obama û serokê Rûsiya yê wî demî de, Dmitry Medvedev di sala 2009an de, dema peymanek Îmze kir bûn, jibo nêzîkbûna têkiliyên herdu welatan lê vê destpêşxeriyê dom nekir.

Lavrov serê sibeya Çarşemê dabû xûyakirin ku ew pêşwaziya rijdîya Trump dikin ya xûrtkirina têkiliyan li gel Amerîka, em hêvîdarîn, Trump weke serokê berê Obama neke, rêgir be li hember "destxistina nav karên navxwe yên welatên din". Weke wezîrê derve yê Rûsiya Sergey Lavrov dibêje.

XS
SM
MD
LG