Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov di Civîna bi Tillerson re: Ya Giring Ewe Êrîşên Amerîka Bo Ser Sûriyê Neyên Dubare Kirin


CORRECTION Russia US
CORRECTION Russia US

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Çarşemê li Moskova, civîna bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson re pêkanîn, derbarê pirsa Sûriyê axiftin di navbera wan de hatin berdewamkirin, Lavrov di civînê de eşkere kir ku, giringe êdî êrîşên Amerîka li dij dewleta Sûrî neyên dubare kirin.

Lavrov got "Êrîşa heftiya borî ya Amerîka bo ser bingeha esmanî li Sûriyê ji dervey yasayê bû ", Lavrov herweha got, ewê danûstendinên cidî û rastgo, li gel hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson re bikin, daku hevpeymaniyek berfireh bo jinavbirina terorê bidin avakirin.

Li aliyek din cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov, piştî destpêkirina civîna herdu wezîrên derve yên Rûsya û Amerîka got "mijarên civînê pirsgirêkên li Sûriyê û avakirina herêmeke bê firîn, herweha pirsa Koreya bakûr û Ukraniya jî di rojeva civînê de ne".

XS
SM
MD
LG