Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Bombebarana Tirkiyê Dê Hewildanên Tenahiya li Sûriyê Ji Holê Rake


Wezîrê derve yê Rûsiya Sergei Lavrov
Wezîrê derve yê Rûsiya Sergei Lavrov

Ajansa Reuters, îro roja Çarşemê 16î Adarê, ji Moskova radigehîne ku, wezîrê derve yê Rûsiya Sergei Lavrov gotiye, bomberana Tirkiyê ya liser axa Sûriyê dê bibe sedem ku, hewildanên agirbest û tenahiya li Sûryê têkbiçin û ji hole bên rakirin.

Weke Reuters radigehîne ku Lavrov dibêje gotûbêjên siyasî û hewildanên aştiya li Sûriyê hene, lê bombebarana tirkiyê dê bibin sedem ku, ev hewildan bên rawestandin.

Wek tê zanîn, bi berdewamî hêzên artêşa tirk herêmên ser sînor li gel Sûriyê, herêmên weke Girê Spî, Efrîn û Menbicê topbaran dike, bi taybet herêmên li jêr kontrola kurdan û hêzên Sûriya demokratîk de ne.

XS
SM
MD
LG