Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Gera Nû ya Danûstandinên Cenevre Dê Dawîya Sibatê de Çêbin


Wezîrê Derve yê Rusya Sergey Lavrov îro Înê da zanîn ku hevdîtinên aştî yên ser Sûrîyê dê di dawîya Sibatê de destpê bikin.

Çaverê bû ku danûstandin bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 8'ê Sibatê de li Cenevrê li dar ketana.

Hin nûnerên serhildayên Sûrîyê û Lavro îro li ser hevdîtinên li Astana li Moskow civînek li dar xistin û piştre daxuyanî dan.

''Hevdîtinên 8'ê Sibatê ji dawîya meha pêş me re hat taloq kirin,'' Lavrov bê ku sedema taloqkirinê eşkere bike, got.

Lavrov dîyar kir ku ew ji encamên Astana razî ne û wan bernivîsa qanûna bingehîn ya jibo Sûrîyê jî daye her du alîyên şerê Sûrîyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di civînên Astana de serhildayan Sûrîyê hevdîtinên rû bi rû bi rêvebiriya Beşar Esed re red kiribûn, bi îdîaya hikûmet êrîşên xwe didomîne. Her du alî di odeyên cuda de rûniştibûn û di ser navbeynkaran re danûstandin kiribûn.

XS
SM
MD
LG