Lînkên eksesibilîtî

Lavrov Derbarê Êrîşên Ser Sûrîyê Gefan li Amerîka Dike


Wezîrê derve yê Rusya Sergei Lavrov

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov roja Çarşemê ragihand ku, eger Amerîka car din êrişî hêzên dewleta Sûriyê bike, ewê bersiveke rûmetbar û gûncayî bidin Amerîka.

Lavrov ev yek di preskonferanseke hevbeş de, ya li gel wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel ragihand.

Lavrov di preskonferansê de, got"ew hêvîdarin ku, Amerîka pêzanînên veşartî yên derbarê ku Sûriya dê çekê Kîmyayî bikar bîne neke behene jibo azirandina rewşa heyî li Sûriyê".

Eger ku êrîşek din liser Sûryê ji aliyê Amerîka ve bihê encam dan ewê bersivek baş û rûmetbar bidin Amerîka, weke Lavrov dibêje.

Wek tê zanîn îro wezîrê derve yê Amerîka Jim Mattis got bû, xweyaye ku Sûriyê peyama Amerîka wergirtîye lewan çi êrîş encam nedan.

Berî du rojan Amerîka huşdarî dabû Sûrîyê ku hewil nede çekê kîmyayî li dijî rikeberên xwe bikar bîne.

XS
SM
MD
LG