Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Di Danûstandinên Lîbya de Hîn Encam Çênebûye


Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku General Xelîfe Hafter bo peymana agirbestê ya Lîbya du roj dem xwestiye.

Xelîfe Hafter piştî danûstandinên li Moskowê bê ku peymana îmza bike ji wir çûbû.

Ajansa Interfax ya Rûs da zanîn ku Hafter bi awayekî erênî li peymana agirbestê dinêre.

Wezîrê Derve ye Rûsya Sergey Lavrov da zanîn ku di danûstandinên bo Lîbya de hîn encam çênebûye û ewê hewildanên wan bidomin.

Peyvajoya agirbestê ya Lîbya bi pêşengîya Rûsya û Tirkîyê hatibû rojevê û Serokê Hikûmeta Trablusê Fayez el-Serac piştgirîya xwe ji agirbestê re dîyar kiribû.

Hêjayî balkişandinê ye ku Misir, Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û çekdarên ser bi Rûsya piştgirî didin hikûmeta Heftar û Tirkîye û Qatar jî piştgirîya hikûmeta Trablusê dikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG