Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov dîyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dijî Rûsya tevdigere.
Civata Giştî ya NY’ê do Çarşemê Rûsya jiber dagirkirina çar herêmên Ukrayna şermezar kir û bang li dewletan kir wan herêmên wek axa Rûsya nebînin.
Lavrov da zanîn ku NY bi terora dîplomatîk dijî Rûsya disekine û dîyar kir ku ew biryara şermezarkirinê jî bi rêka wê dîplomasîyê hatiye bi dest xistin.
Karbidestên Rûs dibêjin ku encamên referandumên li wan çar herêmên raber dikin ku ew herêm dixwazin bibin axên Rûsya.
Welatên Rojava dijî Rûsya ligel Ukrayna disekinin û dibêjin ewê bi ti awayî encamên wan referanduman qebûl nekin.