Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Dibêje Piştî Trump Dest bi Kar Kir, Amerîka jî Dikare Tev li Peyvajoya Sûrî Be


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov ragihand ku Amerîka jî dikare tev li prosesa aştîyê li Sûrîyê bibe, piştî ku serokê hilbijartî Donald Trump di 20'ê Rêbendanê de bi fermi dest bi karê xwe bike.

Lavrov herwiha ji Misir, Erebistana Saudî, Qatar, Îraq, Urdun û Neteweyên Yekbûyê xwest ku di danûstandinên Sûrî de beşdarî bikin.

Wî da zanîn ku jimareke komên serhilda rêkeftina agirbesta li Sûrîyê îmza kir.

Berdevkê Artêşas Azad ya Sûrî Kolonel Fares el-Bayuş jî pêbendbûna xwe ragihand û geşbînîya xwe dîyar kir. Wî got ku hewila vê carê ji yên berê girîngtir e.

Di şerê Sûrîyê de ku di sala 2011'an de destpê kiribû, heta niha pirtir ji 300,000 kes hatine kuştin û ji 11 mîlyon zêdetir Sûrî jî cîh û warên xwe terkandin.

XS
SM
MD
LG