Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Bendewarîyên Min Taybet ji Danûstandinên Swîsrê Tune


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Înê ji ajanseke nûçeyan ya rûsî re got ku bendawarîyeke wî ya taybet ji danûstandinên li Swîsrê tuneye.

Wî got, Moskow wê bang li civaka navnetewî bike ku pêşnîyarên berê yên Neteweyên Yekbûyî qebûl bike û agirbesta bi navbeynkarîya Amerîkî û Rûsî pêk hatibû, bi cîh bîne.

Lavrov red kir ku ew pêşî li însîyatîfên nû digirin ku hewil didin dawî li şerê berdewam ya pênc salan bînin ku ji sala 2011 vir ve, pirtir jî 300,000 kes kuştine.

Firokên ceng yên Rûsî bi karîgerî piştgirîya hêzên rejîma Esad dikin û taybetî di demên dawî de deverên bin kontrola serhildayan li Helebê bomberan dikin.

XS
SM
MD
LG