Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergey Lavrov Dê Serdana Washingtonê Bike


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dê roja Sêşemê serdana Washington ya paytexta Amerîka bike.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke kin serdana Lavrov piştrast kir.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Lavrov dê li avahîya wezaretê bi Wezîrê Derve Mike Pompeo re bicive û dê her du wezîr ser peywendîyên dualî û herêmî biaxifin.

Wezareta Derve ya Rûsya jî roja Înê hazirîyên serdanê ragihandibû.

Li ber e ku mijarên sereke yên her du wezîran Sûrîye û Ukrayna bikin.

Çaverê ye ku Pompeo û Lavro ser Koreya Bakur û Îranê jî danûstandinê bikin.

Pompeo û Lavrov herî dawî li New Yorkê, di kombûnên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hevdu dîtibûn.

Lavrov herî dawî di Gulana 2017’an de serdana Washingtonê kiribû û li Qesira Sipî bi Serok Donald Trump re kom bûbû.

XS
SM
MD
LG